Ji bîrhatinên bi bayê toza havînê re, ji yadîyên tomarkirina hêvîyên ber windabûnê re, ji giyanê Seydayê Mele Remezanê Berzencî re.
Li ber Dergehê mizgîniyan...
Rawestiya
Tizbî kire sîwan û
Li dora mûsimê genim
Danî
Mûsim wê çaxê
Di zerê zêrîn de bû
Dijwariya
Ronahîya wî
Dîwarên krroke
Diqelaştin.
*****
Li ser Bedena wî
Nexşeyên
Zimanekî perçebûyî
Dihate dîtin ;
Pênûsên diwêt ziwa
Li ber dengê lêdana wî
Dema li zingilên
Derî girtî dida
Xwêdan digirtin
Germdibûn
Diherikîn
Difûriyan...
Dibûn lehî...;
Li ser
Perav û keviyên wan
Peyv şîndihatin
Dibûn hêsir
Dibûn girnijandin
Dibûn Hawar û hêvî...
*****
Di sikak û kolanên
Kerr û lal de
Di xewnên ronîdayî û
Kabûsên windayî de...
Roj li şevê digere û
Şev li berbangê digere ;
Belêêê...
Bi tenê jiyan
Li avê digere û
Av li sermediyê digere
*****
Dixwest jiyana
Pênûsên Kurdî
Di ferhenga avê de
Biparêze ;
Mîna Ocaxekî nepen,
Bi ronahîya por û riha sipî
Gavên bi kopal
Li ser rêka parastinê
Avêtin
Ranewestiya...
Ta tayê dawên
Ji ronahiya jiyana wî
Westiya.
*****
Hesretek
Di dilê min de bû
Ku xatira dawîn
Jê bixwazim,
Lê mixabin...
Min nexwest,
Gelo !
Wê li min bibore
Xwezî li min bibore.